NAVENDA NÛÇEYAN - Ji delegeyên kongreya PKK’ê Şiyar Amed, got: “Deriyeke nû, asoyeke nû li pêşiya me ye.” Ji delegeyan Seyfî Zogurlu jî got: “Ji bo me pêvajoyeke nû dest pê kir. Şerê ku dê were destpêkirin ji bo me zehmettir e.”
Biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê hêj jî yek ji rojevên sereke yên raya giştî ne ku nîqaşên li ser didomin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî weşandina axaftinên delegeyên kongreyê didomîne.
Ji delegeyên kongreyê Şiyar Amed, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo dîrokekê diguhere, di wêjeyê de ji vê re ‘guhertina çîrokê’ yan jî ‘guhertina qedera çîrokê’ tê gotin. Rêber Apo zimanê gelek çîrokan guhert, qedera gelekî guhert, qedera mirovahiyekê diguhere. Di pêvajoya Îmraliyê de bi mîtolojiyê, wêje û hunerê hewl da gelek vebêje, destpêkê Hektor mînak nîşan da, pirs kir: ‘Ez çima nebûm Hektor?’ Gotibû, Hektor lehengî kir û Anadolû ket. Ji bo wê demê got, ez nebim Hektor, niha lehengî nekirin lehengiya herî mezin e û bi gelên Anadolû re azadî û rizgariyê îfade dike, bersiva vê îro bi gelên Tirkiye, bi gelên Anadolûyê re, bi rengekî ku ji bîranîna Sirri Sureyya Onder re bibe bersiv, niha qedera vê çîrokê diguhere. Yanî hîna di pêvajoya ewilî ya komployê de, bersiva pirsa ‘çima ez nebûm Hektor?’ di van salan de da û niha jî qedera vê çîrokê weke şênber tê guhertin. Mesele hin çîrok hene, guhertina qedera wê gelek zehmet e. Lê belê Rêbertî guhert, yanî ti carî negot ‘berê hatiye kirin, hatiye gotin, em çi bikin nayê guhertin’.”
Şiyar Amed, got: “Destana Gilgamêş mînaka herî eşkere ye. Me berê Enkîdu weke lehengekî mîna Gilgamêş dinirxand. Lê Rêbertî piştre cuda nirxandin kir. Yanî şîrovekirina dîrokê her tim cuda bû. Niha jî bi şîroveyên xwe qedera çîrokê bi temamî diguhere, em ketin pêvajoyeke wiha. Ya din jî timî xwest, cewherê derxîne holê.”
Amed, da zanîn ku Abdullah Ocalan her tim xwestiye “cewherê” derxîne holê û wiha pê de çû: “Du hunermendên mezin, du tehtan tînin, dibêjin ‘Teht bixeritînin û berhemeke hunerî biafirînin’. Dema yek ji wan tehtê dixeritîne, kopyayek bêhempa derdixîne holê. Yê din jî tehtê xwar dihêle. Lê dibêje werin nêz, dema diçin nêz dibînin ku ew ê teht xwar hiştî, teht zindî kiriye, enerjî jê difire. Yanî Rêber Apo her tim cewher derxist holê, hunera rast ev e. Hunermendê herî mezin Rêber Apo ye. Lewma tişta ku jê re dibêje ez jê rizgar bûm, tiştên şeklî yên ku li pêşiya deriyên nû asteng e. Em ketin deriyê heqîqetê, her derî di gelek merheleyan re derbas dibe, hevalan jî bal kişand ser, em ê hîna di qonaxên nû re derbas bibin.”
'DERIYEKE NÛ VEDIBE’
Amed, di axaftina xwe de bal kişand ser çîrokeke cuda û ev tişt anî ziman: “Herî dawî, têkildarî guhertinê ez dixwazim bi çîrokek kurt axaftina xwe bi dawî bikim; Teyrên pîr eger ji canê xwe aciz nebibin, nikil û baskên xwe li tehtan dixin, hem nîkil hem jî baskên xwe dixînin erdê, lê êşeke pir mezin dikêşe. Eger vê yekê berçav bigire, piştî ev xist erdê li şuna wê yên nû çêdibin. Bi nîkil û baskên nû û heybeteke bê hempa car din dest bi firînê dike. Weke tevger helbet em pîr nebûne, lê em jî ketineke demeke welê ku em car din bi heybetekê ji nû ve ji dayik bibin. Ez wê kelecanê di hevalan de jî hîs dikim. Ya din jî Rêbertî timî bi pênaseya wateyê nêz bû. Yanî di dema ku em dikevinê de, asoyên nû li pêşiya me vebûn ku em vê hezkirin û dilsoziya xwe bixin pratîkê. Gelên Çermesor ji kesekê re nabêjin ‘ez ji te hez dikim’, li şuna wê dibêjin, ‘ez te fêm dikim’. Wateya vê yanî ‘ez ji te hez dikim’, Rêbertî jî got, ‘bicih anîna wateyê’."
'ŞERÊ NIHA DÊ ZEHMETTIR BE’
Ji delegeyên kongreyê Seyfî Zogurlu jî anî ziman ku Abdullah Ocalan alternatîfên nû ji bo wan pêşkeş kiriye û wiha got: “Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha were meşandin, hîn dijwartir e. Di warê siyasî, warê îdeolojîk, dîplomatîk, xebatên avakirinê de niha pêvajoyeke hîn dijwartir li pêşiya me ye. Divê em xwe li gorî wê amade bikin, plan bikin û stratejiya xwe li gorî wê plan bikin. Raste, ev kongreya fesixê ye, lê dema me xwe fesix kir em hemû hema wisa nahelin, yanî winda nabin. Em bi fikrê Apoyî mezin bûne. Beriya PKK ava bibe jî em Apoyî bûn, niha jî em Apoyî ne. Di vê çarçoveyê de helbet baweriya min jî heya dawiyê heye. Hêz, zanist û xuliqdariya Rêber Apo PKK ji gelek tengaviyan rizgar kiriye, dê vê carê jî bi serketinên hîn mezintir PKK’ê tacîdar bike.”