Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin

ŞIRNEX - Meşvanên Azadiyê li Cizîrê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir wiha bang li îktîdara AKP’ê kir: “Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Tu hêz dê nekarin meşa me bidin sekinandin.” 

 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di roja 7’emîn de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Wanê de cih digirin, ji navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi navçeya Cizîrê ve hatin oxirkirin. Welatiyan, meşvan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û "Bijî berxwedana Îmraliyê" oxir kirin. 
 
Meşvanên Azadiyê li devera Pira Yafesê ketina Cizîrê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dayikan sirûdên “Berxwedan Xweş Doz e” û “Herne Pêş” xwendin. Piştre jî Dayikên Aştiyê ketin bin milê meşvanan û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tecrîd mirin e, berxwedan azadî ye” dest bi meşê kirin. Esnafên ku polîsan di dema meşê de hewl didin nehêlin ji dikanên xwe derkevin û xelkê navçeyê bi çepikan piştgirî dan Meşvanên Azadiyê. 
 
Meşvanên Azadiyê heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê meşiyan û li vir ji hêla girseyê ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Yek ji kesên di nava girseya li pêşiya avahiya partiyê de disekinî jî dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç bû. 
 
AYDENÎZ: TU HÊZ DÊ NEKARIN VÊ MEŞÊ BIDIN SEKINANDIN 
 
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Ev 7 roj in em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dimeşin. Em dizanin ku ev meş dê bi ser keve. Armanca vê meşê heqîqet, yekitî û aştî ye. Bajar bi bajar, navçe bi navçe em meşiyan. Nêzikatiya îktîdar û hêzên ewlekariyê ya îro li Cizîrê tê nîşandan, nîşaneya tirsa wan a ji demokrasiyê ye. Bila dewlet, îktîdara AKP’ê û hêzên ewlekariyê bizanin ku dê nekarin meşa bidin sekinandin. Bi dehan caran Cizîran Botan hate hilweşandin lê her carê rabûn ser pêyan û têkoşîna xwe domand. Em ji Cizîra Botan bang dikin; gelê me polîtîkayên we yên ku vîna wan nas nakin qebûl nekir û dê qebûl neke. Ji ber polîtîkayên we îro Tirkiye di nava krîz û kaosê de ye.” 
 
‘BILA DEWLET HIŞÊ XWE BÎNE SERÊ XWE’
 
Aydenîz, got ku dê meşa wan a ji bo azadiya gelê kurd û demokrasiya Tirkiyeyê bidome û ev tişt anî ziman: “Di salên 2013-2015’an de em bi hev re bi aştiyane jiyan. Her kesî dît ku dema birêz Ocalan diaxive, aştî çêdibe. Dema diaxive êdî mirin çênabin. Ev yek nîşan dide bê ka pirsgirêkan çawa çareser dike. Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe. Gelê kurd tu carî paşvegav neavêtiye û dê neavêje jî. Em 75 kes bi ser navê milyonan kesan ev 7 roj in dimeşin. Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Dê têkoşîna me jî mezintir bibe. Dengê yekitî û aştiyê bibihîsin, vê zilmê ji holê rakin.” 
 
‘EM BIRÊZ OCALAN AZAD BIKIN’ 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Şaredariya Cizîrê Guler Tunç jî gel silav kir û wiha got: “Bandora tecrîdê li ser tevahiya civakê heye. Lê li ser jinan cuda tê meşandin. Ji ber ku avakerê paradîgmaya azadîxwaziya jinê birêz Ocalan e. Naxwazin jin bi awayekî azad civakê birêve bibin. Lewma tecrîdê li birêz Ocalan ferz dikin. Heke em jin azadiyê bixwazin, wê demê divê em avakerê vê fikrê azad bikin û ji bo vê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş jî bal kişand ser dorpêçkirina Cizîrê û ev tişt anî ziman: “Vaye em dibînin bê ka tecrîdeke çawa ye. Em dixwazin êdî ev ewrên reş ên li ser Cizîr û welêt bên rakirin. Meşvanên Azadiyê jî ji bo belavkirina van ewrên reş hatin.” 
 
NAME Û PÊLÎSTOKA XWE RADESTÎ MEŞVANÊN AZADIYÊ KIR 
 
Piştî axaftinan, Meşvanên Azadiyê derbasî avahiya partiyê bûn. Dayikên Şemiyê li vê derê patîk û lepik û nameyên nivîsandin radestî meşvanan kirin ku bişînin Îmraliyê. Zarokeke keç a şel û şepik li xwe kirî jî nameya ku nivîsandî û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir û xwest ji Abdullah Ocalan re bên şandin. 
 
Li avahiya partiyê ji bo kesên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayîn merasîma bîranînê hate lidarxistin. 
 

Sernavên din

12:31 Şandeya dixwest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike daxuyaniyê dide
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê dest pê kir
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir