Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû 2025-06-25 15:17:02   ÎDİR - Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş piştî ku cezaya ji ber “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh qedand, tehliye bû.    Hevşaredarê Îdirê yê berê Yaşar Akkûş, di 18’ê Gulana 2020’an de ji erka xwe hatibû dûrxistin û dewsa wî de qeyûm hatibû tayînkirin. Akkûş, piştî darizandinê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza girtibû. Akkûş ku cezayê xwe qedand, tehliye bû. Akkûş, îro di danê sibê de ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate tehliyekirin. Akkûş ê ku dê di danê êvarê bighîje Îdîrê, tê payîn ku bi girseyî bê pêşwazîkirin.