ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN 2025-05-20 09:00:49   * Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirin heta niha di rêya wî de dimeşin û got: “Em îro jî bi wî re ne. Wî çi gotibe em qebûl dikin.”    * Xelkê Mexmûrê ku ji bo berdana 4 kesên dema ji bo hevdîtina bi rayedarên Iraqê re çûn û hatine binçavkirin û ji bo rakirina ambargoyê dest bi çalakiyê kirine, gotin ku heta daxwazên wan tên cîbicîkirin dê çalakiya xwe bidomînin.    * Nivîskar Yûsûf Karataş bal kişand ser bertekên ji ber rexneya PKK’ê ya têkildarî Lozanê û got: “Bi taybet jî dixwazin yekitiya têkoşînê ya fiîlî ku li Saraçhane û Newrozan di navera CHP û gelê Kurd û DEM Partî û hêzên demokrasiyê de derketiye holê tune bikin.”    * Komeleya Lêkolînên Kurd, NÇM û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di 25’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyê li dar bixe.    * Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da ku di doza berpirsiyariya îdarî ya têkildarî komkujiya Dedeogullari de biryara dadweriyê ya di navbera dadwerî û îdarî de heye.   * Di îdîanameya der barê Korgeneral Y.A. de têkildarî mirina Seyîthan Durdu de hat amadekirin de hat gotin ku leşker li derveyî qada peywira xwe tevgeriyane, kakilên guleyan ên li cihê bûyerê ne yên bûne sedema mirinê ne û ji bo ceza neyê birîn bersûc îfadeyên nakok dane.    * Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (12.00)     * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Meclisê di civîna koma partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Şandeya DEM Partiyê dê biçe serdana CHP û Partiya Yenîden Refahê. (14.30-16.00)