Li Çermûgê dîmenên berfê

Parve bike:

AMED - Berfa li Çermûgê bariyayî, tevî berhemê dîrokî rê li ber dîmenên rengîn vekir. 

Piştî salên dirêj li Amed û navçeyên wê berfeke zêde bariya. Bi barîna berfê re li seranserî bajêr dîmenên nûwaze derketin holê. Li navçeya Çermûgê ku gelek berhemên dîrokî lê hene, bi barîna berfê re dîmenên rengîn derketin holê. Pira Haburmanê, Çemê Sînekê û li Çiyayê Gelînlîkê dîmenên rengîn derketin holê.