ÊLIH - Birayê Hozan Mizgînê Şehmuz Aydin, diyar kir ku piştî şehadeta xwişka wî gelek malbatan navê Mizgîn li zarokên xwe kirine û ew bi huner û helwesta xwe hîn jî di bîra mirovan de ye.
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku di sala 1962'yan de li gundê Bileyderê yê Êlîhê ji dayik bû, bi huner û berxwedana xwe bû yek ji navên girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd. Tevî ku 34 sal di ser şehadeta wê re derbas bûne jî, hîn di bîra gel de ye. Hozan Mizgîn hem bi kilamên xwe û hem jî bi helwesta xwe kedeke mezin da hunera Kurdî. Piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî tevli PKK'ê bû û di nav têkoşîna şoreşgerî de cih girt. Di sala 1983'yan de çû Ewropayê û li wir xebatên hunerî û çandî kir. Hozan Mizgîn di avakirina Huner Kom û Koma Berxwedanê cih girt. Di vê demê de bi stranên "Çemê Hêzil" û "Gundino Hawar" di nav gelê Kurd de di demeke kurt de hat naskirin. Hozan Mizgîn, di 11'ê Gulana 1992'yan de li navçeya Tetwana Bedlîsê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest da.

Birayê wê Şehmuz Aydin diyar kir ku Hozan Mizgîn di têkoşîna azadiya Kurd de roleke pêşeng lîstiye. Aydin anî ziman ku piştî ji gundê Bileyderê bar kirine navenda Êlîhê, bavê wî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye û wan di nav xizaniyê de mezin bûne. Aydin got ku Hozan Mizgîn beriya 12'ê Îlonê bi siyasetê re eleqedar dibû, pirtûkên siyasî dixwend û ramanên xwe yên li ser mafên gelê Kurd bi gelek jinan re parve dikir.
Aydin diyar kir ku Hozan Mizgîn demekê li Êlîhê xebatên propagandaya siyasî kiriye û ev tişt: “Piştî 12'yê Îlonê me demeke dirêj agahî jê wernegirt. Dema me pirtûkên li ser dîroka azadiya Kurd dixwend, me fêm kir ku ew çûye Lubnanê û demekê li dijî Îsraîlê şer kiriye. Piştî salan derbasî Ewropayê bû û di xebatên hunerî de cih girt. Wê demê telefona me tune bû, ew li telefona cîranan digeriya û bi diya min re diaxivî. Paşê ji bo ku dema geriya bikaribe li me bigere, me telefon ji bo malê kirî. Wê demê fersenda me çêbû ku em jî pê re bipeyivin. Çend roj beriya ku jiyana xwe ji dest bide, li malê gerî, diya min telefon vekir. Piştî ku hinekî axivîn, bi min re jî peyivî. Got 'Bozo tu mezin bûyî', dema ew çû ez zarok bûm. Min cihê wê pirsî; di axaftinên berê de diya min dizanibû ku ew li aliyê Mêrdînê ye. Dema diya min çû ser xwarinê, min jê pirsî ka ew li ku derê ye û min got ez dixwazim wê bibînim. Helbet cihê xwe ji me re negot. Tenê got ku ew li aliyê Tetwanê ye.”
‘CIWAN Û PÎR HER KES XWEDÎ LI CENAZEYÊ WÊ DERKET’
Aydin diyar kir ku piştî axaftina dawî di demeke kurt de agahiya şehadeta Mizgînê gihîştiye wan û wiha pê de çû: “Gotin Mizgîn şehîd bûye lê diya min bawer nekir. Ji ber ku diya min dizanibû ku ew li aliyê Mêrdînê ye. Lê wê ji min re gotibû ku li aliyê Tetwanê ye. Em çûn da ku cenaze bigirin, lê gelê wê derê xwedî li cenaze derket. Ji ciwanan heta pîran her kes xwedî lê derket. Gotin 'Ew keça me ye jî, ji bo me şehîd bûye, bila li vir bimîne'. Dema gel ewqas bi israr bû, me cenaze neanî, me dilê wan neşikand. Jixwe ew der jî parçeyekî welat e. Navê Mizgînê li hezaran zarokên nûbûyî hat kirin. Helbet em bi vê yekê serbilind bûn, em bi vê yekê şanaz bûn.”
MA / Ozan Bayindir