SEMSÛR - Hevserokê Ferat-Derê Kazim Turhal diyar kir ku gelê Kurd ne bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî, lê tenê bi Kurdî dikare hebûna xwe biparêze û got: "Ziman netewe ye. Dema ziman tune bibe, netewe jî ji kok û çanda xwe dûr dikeve û tune dibe."
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat-Der) ku di sala 2019’an de li Semsûrê hatiye damezirandin, xebatên xwe yên li ser ziman û çanda Kurdî berdewam dike. Ferat-Der bi panel, fîstîval û daxuyaniyên xwe hewl dide zimanê Kurdî di her qada jiyanê de bide jiyîn û niha jî amadekariya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dike. Hevserokê Ferat-Derê Kazim Turhal têkildarî xebatên komeleyê agahî da û destnîşan kir ku ji sala 2019’an û vir ve li bajêr bi awayekî çalak dixebitin. Turhal diyar kir ku ew li ser ziman û çanda Kurdî kurs û atolyeyan amade dikin û ev tişt got: "Niha du kursên me berdewam dikin. Ev kursên me di asta yekem de ne. Di her polê de 10 şagirt hene. Li gorî daxwazan em kursên nû jî vedikin."
'KURD TENÊ BI ZIMANÊ XWE DIKARE HEBÛNA XWE BIPARÊZIN'
Turhal anî ziman ku ew bi daxuyaniyên li ser geşedanên rojane yên li Semsûr û Kurdistanê tevlî pêvajoyê dibin û wiha axivî: "Ziman netewe ye. Dema ziman tune bibe, netewe jî ji kok û çanda xwe tê dûrxistin û tune dibe. Ji ber vê yekê ziman ji bo me pir girîng û krîtîk e. Gelê Kurd bi zimanê Tirkî, Erebî an jî Farisî nabe xwedî hebûn. Gelê Kurd tenê bi zimanê xwe yê dayikê dikare hebûna xwe biparêze."
Turhal bi bîr xist ku di erdheja 6’ê Sibatê de giringiya zimanê dayikê û pirzimaniyê carekî din derketiye pêş û wiha pê de çû: "Tiştên ku hatin serê me, bila neyên serê tu kesî. Lê di vê pêvajoyê de giringiya zimanê dayikê carekî din hat fêmkirin. Di erdhejê de avahî hatin xwarê, mirov di bin kavilan de man. Bi taybetî mirovên me yên temenmezin nekarîbûn bi kesên ku ji bo alîkariyê hatibûn re têkiliyê deynin. Nekarîbûn birîn û hewcedariyên xwe bînin ziman. Zarokên mirovan winda bûn, lê ji ber pirsgirêka ragihandinê nekarîbûn têkiliyê deynin. Ji ber ku kesên ji bo alîkariyê hatibûn Kurdî nedizanîn, pirsgirêka têkiliyê derket. Ev pirsgirêk di nexweşxaneyan de jî pir hat jiyîn. Li vir giringiya zimanê dayikê û xizmeta pirzimanî carekî din aşkera bû."
'LI TIRKIYEYÊ ZIMANÊ DAYIKÊ JI BO ME BIRÎNEKÎ MEZIN E'
Turhal diyar kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê nasnameya Kurd bê naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye naxwaze nasnameya Kurd bi awayekî fermî nas bike. Dixwaze bi bişaftina ziman û nasnameyê, gelekî tune bike. Kurd çiqas bên înkarkirin jî, ev rastî li Başûr, Rojava û Bakur her tim derket pêşiya wan û dê derkeve jî. Mixabin wekî bi mîlyonan Kurd, em li Tirkiyeyê nekarin bi zimanê xwe yê dayikê bijîn û ev birîneke mezin e. Ev di heman demê de pirsgirêka hundirîn a dewletê ye jî. Ji ber ku me qebûl nake, nikare demokrasiya xwe ava bike. Niha pêvajoyekî nû heye. Yek ji şertên sereke yên vê pêvajoyê ew e ku rêyên tundiyê bên terkkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk pir giring û bi qîmet e. Em Kurd zimanê xwe dixwazin. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê, em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin. Di hemû saziyên fermî de em zimanê xwe dixwazin. Bila pergalekî pirzimanî hebe; zimanê Laz, Çerkez û gelên din jî hebe."
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE BI ZIMANÊ XWE BIKIN'
Turhal bal kişand ser giringiya xwedîderketina li ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em xwedî li xwe û zimanê xwe derkevin. Divê em têkoşîna xwe berî her tiştî bi zimanê xwe bikin. Pêwîst e siyasetmedar û pêşengên me zimanê xwe yê dayikê bêtir û berfirehtir bikar bînin. Herwiha divê malbatên me zarokên xwe pêşî bi Kurdî mezin bikin. Bila zarokên me pêşî zimanê xwe yê dayikê hîn bibin, piştre zimanên din hîn bibin."
MA / Omer Akin