Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kirin
HSD'ê ragihand ku di çarçoveya Konferansa Munîhê de Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye.
- 23:32
Mazlûm Ebdî: Me li ser entegrasyonê hevdîtin kir
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî civîna bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi erênî nirxand û got, “Me di civînê de mijarên weke entegrasyon, siberoja Sûriyeyê û mafên gelê Kurd nîqaş kirin.”
- 23:12
Di civîna li Wanê de bal kişandin ser komployê
Li Wanê civîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate lidarxistin û axêveran di civînê de bal kişandin ser Komploya 15’ê Sibatê.
- 16:54
CENTCOM’ê zêdetirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î veguhest Iraqê
CENTCOM’ê ragihand ku zêdetirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î veguhestine Iraqê.
- 16:45
PAJK: Dê hêzên koploger têk biçin
Koordînasyona PAJK'ê bi munasebeta salvegera 27'emîn a komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got: “Em ê bi hêza xwe ya jinê ya rêxistinbûyî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.”
- 16:37
Jin ji bo plansaziya 8’ê Adarê civiyan
Meclisa Jinan a Şaredariya Mûşê ji bo bernameya 8'ê Adarê civiyan.
- 16:21
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê: 2 hezar kes ji ber ava qirêjî jehrî bûn
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê, diyar kir ku ji ber vexwarina ava qirêjî 2 hezar kes jehrî bûne, nexweşî belav dibe û dermanên di destê wan de xelas dibin.
- 16:13
Rejîma Îranê beton rijand ser gorên xwepêşandêrên qetil kirine
Rejîma Îranê, ji bo neyên naskirin beton rijand ser gorên xwepêşandêrên ku qetil kirine.
- 14:58
Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Medîne Akpinar, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê kuştî hate dîtin.
- 13:56
Malbata ku ji ber berfê xaniyê wan hilweşiyayî li derve man
Li Colemêrgê xaniyê malbatekî ji ber berfê hilweşiya û malbata ku ji hilweşanê rizgar bû li derve man.
- 13:47
Zelal Kiliç ku tehliyeya wê du caran hatibû taloqkirin hate berdan
Zelal Kiliç ku tehliyeya wê du caran ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hate berdan.
- 13:46
ÎHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Hatîce Onaranê berdin
ÎHD’ê li gelek bajaran ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û parastvana mafên mirovan Hatîce Onaranê daxuyanî da. Di daxuyaniyan de banga berdana girtiyên nexweş û Hatîce Onaranê hate kirin.
- 13:41
Deriyên Sînor ên Serêkaniyê û Hammamê tên girtin
Tirkiye, dê di dawiya meha Sibatê de deriyên sînor ên Serêkaniyê û Hammamê bigire.
- 13:27
Navendên protestoyên Komploya 15’ê Sibatê diyar bûn
Komploya 15’ê Sibatê Navneteweyî dê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxuyanî û bi meşan ve bê protestokirin.
- 13:26
Saziyên Zimanê Kurdî dê bi dirûşma ‘Statuya Kurdî-Perwerdeya bi Kurdî’ dakevin qadan
Saziyên Zimanê Kurdî deklarasyona 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê aşkera kir û dan zanîn ku dê bi daxwaza “Statuya Kurdî-Perwerdeya bi zimanê Kurdî” li qadan bin.
- 12:17
Neviyê Şêx Seîd: Kurd bi îmha û înkarê xelas nabin
Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, bang kirin ku arşîvên têkildarî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerakirin û cihên gorên wan bên nîşandan.
- 12:04
Di 47 rojên protestoyan de 219 jê zarok 6 hezar û 572 kes hatin qetilkirin
Di protestoyên li Îran û Rojhilatê yên 47 rojan de jê 219 zarok 6 hezar û 506 xwepêşdandêr hatin qetilkirin.
- 11:55
Banga ji bo meşa 15’ê Sibatê: Aştî bi Rêbertiyê ve pêkan e
Li Mersînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê, di 15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê meşê bê lidarxistin. Platformê ji bo meşa ku dê li navçeya Akdenîzê bê lidarxistin hemû welatî vexwend.
- 10:53
Nûnerê Karên Derve yê PAK’ê: Yekitiya partiyên Kurd ji her tiştekî girîngtir e
Nûnerê Têkiliyên Karên Derve yê PAK’ê û Berpirsyarê Rêxistinkirinê Şemal Pîran, da zanîn ku piştî protestoyên li Îranê, Rojhilat weke “herêma leşkerî” hatiye ragihandin û got ku parastina yekitiya partiyên Kurd û xurtkirina wê ji her tiştekî girîngtir e.
- 10:51
Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî ji bo konferansa ‘ewlehiyê’ dê biçin Almanyayê
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin û li vir bi Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.
- 10:28
GOÇ-DER: Divê astengiyên li pêşiya vegera li gundan bên rakirin
Hevseroka GOÇ-DER’ê Remziye Saîtoglû, diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya vegera li gundan were rakirin, dosyayên şewitandina gundan, binpêkirina mafan û cînayetên dosyayên kiryarnediyar dîsa bên lêpirsîn.
- 10:15
Li Rûbarokê ji bo zerarên serayê tenê 15 hezar TL hate dayîn
Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ji ber berfê bi dehan sera hilweşiyan, welatiyan bi milyonan zerar kirin. Welatiyên ku serî li Qeymeqamtiyê dan, ji bo zerarên wan tenê 15 hezar TL hate dayîn.
- 10:14
Remzî Kartal: Komplo bi ser nakevin, Rojhilata Navîn a bê Kurd ne pêkan e
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku di qonaxa niha de komplo nagihîjin tu encaman û Rojhilata Navîn bê Kurd ne pêkan e û got: “Ji bo ku pêvajo bi awayekî demokratîk û aştiyane pêş bikeve, divê Rêber Apo azad bibe.”
- 10:06
27 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin
Di roja ewil a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Wanê 8 jinan xwe bi bariyeran ve zincîr kiribû. Ji wan jinan Hanîfe Koçar û Kewê Işik, ji wê rojê heta niha ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin.
- 09:34