Serokê Meclisa Îranê: Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin
Serokê Meclisa Îranê Mûhammed Bagir Galîbaf, diyar kir ku DYA'yê şertên peymanê bi cih neanîne û got: "Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin."
Hîzbullaha Iraqê ji bo çekdanînê 3 şert danîn ber hikûmetê
Ketaîb Hizbullah a Iraqê ji bo danîna çekên xwe çend mercên giran diyar kirin. Hizbulahê got: "Divê DYA û Tirkiye bi temamî ji xaka Iraqê derbikevin û hêzên Pêşmerge jî werin hilweşandin."
Serokê Parlamentoya Îranê dê biçe Iraqê
Dê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di 19'ê Tebaxê de biçe Iraqê.
Erakçî: Planên parçekirina Îranê bi ser neketin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyîd Ebbas Eraqçî ku têkildarî şerê DYA-Îranê axivî, got: "Dan dû guherandina rejîmê, bi ser neketin. Hewl dan Îranê parçe bikin, di vê de jî bi ser neketin."
Îran: Tu wateya 60 rojî tune ye, DYA'yê muzakereyê binpê kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ku bal kişand ser hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de got: "Tu muzakere dest pê nekirine, ji lew re DYA'yê ev yek binpê kir. A rast, tu wateyeke dema 60 rojî tune ye."
Bendera Mochayê ya ku Hûsiyan êrişî wê kir hat girtin
Di pevçûnên li Yemenê de komên ji aliyê Erebistana Siûdî tên piştgirîkirin dest bu bikaranîna dronên întiharê kirin û Bendergeha Mochayê ku Hûsiyan ew hedef girt hat girtin.
Îranê Şahram Sadeghi îdam kir
Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi hat îdamkirin. Mal û milkê Sadeghi jî hat desteserkirin.
Îsraîlê êrişî Libnanê kir: 7 kes mirin
Di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de ku li nêzî gundê Ansarê yê li başûrê Libnanê pêk hat, 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Kendava Hurmuzê keştiyek hedef hat girtin
Odeya Operasyonên Bazirganiya Deryayê, ragihand ku li Kendava Hurmuzê keştiyeke tankêrî dema hewl daye derkeve bi ÎHA'yê hedef hatiye girtin.
Kolber Mûsa Zîbapûr hat qetilkirin
Kolber Mûsa Zîbapûr ê xwest sînorê Banê derbas bike, ji aliyê leşkerên Îranê ve hat qetilkirin.
32 welatan ji ber darvekirinê bertek nîşanî Îranê dan
Tevî Yekitiya Ewropayê, Fransa, Ingilîstan, Kanada, Îtalya jî di nav de 32 welatan, ji ber zêdekirina cezayên darvekirinê Îranê şermezar kir û xwestin cezayên darvekirinê werin sekinandin.
Mazlum Ebdî, Neçirvan Barzani û Şara tên gel hev
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmet Şara û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Şamê bên gel hev.
Îranê êrişa li ser Komeleyê li xwe girt
Îranê êrişên duh şev li ser baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê hat kirin, li xwe girt.
Li Rojhilat û li Îranê di mehekê de 26 jin hatin kuştin!
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de herî kêm 26 jin di encama tundiya mêran de hatine kuştin.
Di 16 rojan de li Îranê 58 kes hatin darvekirin
Navenda Mafên Mirovan a Îranê (IHRS) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îranê raporek weşan û ragihand ku rejîmê di nava 16 rojan de 58 girtî darve kirî.