Ciwanan tecrîd protesto kirin

  • ciwan
  • 11:22 7 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Ciwanan, bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan afîşa “Aştî nayê tecrîdkirin” daliqandin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek deverên bajêr afîş daliqandin. Afîşên ku wêneyên Abdullah Ocalan û nivîsa “Aştî nayê tecrîdkirin” li ser bûn li gelek deverên bajar hatin daliqandin. Têkildarî mijarê Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Tekane rêya çareseriyê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer, Îmrali ye! Azadiya birêz Ocalan dê bibe wesîleya azadî û aştiya hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn.” 
 
Di heman demê de Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî li gelek deverên bajêr nivîsên weke “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi pêşengtiya ciwanan re ber bi civaka azad ve” li ser dîwaran nivîsandin. Ciwanan bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.