Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn

  • rojane
  • 16:29 19 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ku di bin çavan de hatibûn windakirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Strenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku heman sûc îro jî didome. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di çarçoveya "Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirina di Binçavan de" de Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ku di bin çavan de hatibûn windakirin, li Goristana Gaziyê li ser gorên wan bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta "Kesên Dane Windakirin wê Winda Bikin" hat vekirin û timik dûrişmeya "Hesen Ocak nemire" ,  "Kesên dane windakirin wê winda bikin" , "Bila winda bên dîtin û dewlet hesab bide" hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zubeyde Înce û gelek xizmên windayan tev li bîranînê bûn. 
 
Di bîranînê de birayê Karakoç Hasan Karakoç, xwişka Ocak Masîde Ocak, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulisan Yolerî, Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zubeyde Înce, li goristanê axaftin kirin û rexne li polîtîkayên windakirinê yên dewletê dan û gotin ku wê Karakç û Ocak ji bîr nekin. 
 
Gulseren Yolerî, destnîşan kirin ku sûcên li dijî Karakoç û Ocak îro jî beman rengî didomin.