Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin

  • rojane
  • 16:13 19 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên di navbera 12-17’ê gulanê de li Efrînê 4 leşkerên Tirkiyeyê û 8 endamên komên girêdayî wê hatine kuştin. 
 
Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), HRE’yê têkildarî çalakiyên dawî daxuyanî da. 
 
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 12’ê gulanê de li gundê Til Medîq, di 13’ê gulanê de li gundê Meşalê yê Şerayê, di 14’ê gulanê de li xeta bajarokê Marê, di 16’ê gulanê de li Babê û di 17’ê gulanê de jî li ser xeta Marê çalakî li dar xistin. HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyan de 4 leşker û 8 endamên komên girêdayî Tirkiyeyê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.