Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e

  • jin
  • 13:39 22 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Jinan diyar kir ku di kesayeta Ayşe Gokkan de gef li jinan hatiye xwarin, tê xwestin ku têkoşîna jinê were cezakirin û bi gotina “Em Gokkan jî nêzîkatiya dadgehê jî dizanin” banga piştevaniyê kirin.  

Bertekên birîna 30 sal cezayê hepsê li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” û “endama rêxistinê ye” dihat darizandin berdewam dike. Jinan diyar kir ku di kesayeta Gokkan a ku 84 caran hatiye binçavkirin û derbarê wê de 167 caran lêpirsîn hatiye vekirin de tê xwestin ku têkoşîna jinê were cezakirin û biryardariya xwe ya têkoşînê careke din destnîşan kirin. 
 
'DIXWAZIN ÇAVÊ JINAN BITIRSÎNIN'
 
Hevşaredara Erxeniya Amedê Meryem Yildiz ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, biryara dadgehê “bêhiqûq û bêedalet” bi nav kir û wiha got: “Ev ceza di kesayeta Ayşe Gokkan de li hemû jinên kurd û jinên cîhanê yên daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê dikin hatiye birîn. Em ê di vê hişmendiyê de her deqe û her kêliyê, ji cihê Gokkan lê hiştiye em ê vê têkoşînê bilind bikin.” 
 
'BÊTEHAMULUYA LI HEMBER JINAN E' 
 
Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî diyar kir ku ceza li têkoşîna jinan hatiye birîn û wiha axivî: “Dema em li îdîanameya hatiye amadekirin dinêrin, em dibînin ku biryara li dijî jineke ku bi salan e li dijî zîhniyeta mêrsalarî têdikoşe hatiye girtin. Çawa ku dema ji Peymana Stenbolê derketin hemû jin ji nedîtî ve tên, ev ceza jî xwedî heman taybetmendiyan e. Li dijî sekna jinê bê tehamuluyek heye. Cezayekî ku di nava hêrs û dijminatiyê de hatiye dayîn e. Li hemberî vê yekê divê em weke tevgerên jinan ên li tevahiya cîhanê xwe bi rêxistin bikin. Divê em çalakiyên xwe zêdetir bikin.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici jî diyar kir ku Gokkan jineke ku bi têkoşîna xwe tê naskirin e û wiha got: “Em wê têkoşîna wê û nêzîkatiya dadgehê nas dikin. Em dizanin ku ew ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê axiviye îfadeya wê nehatiye girtin ev nêzîkatî ji bo jinên kurd peyamek e. Lê belê ev êrîş me bêhtir bi têkoşînê ve girêdidin. Em ê ti carî ji têkoşîna xwe tawîzê nedin. Em ê li ser şopa Gokkan û Guven bimeşin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî