Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê

  • ciwan
  • 14:10 20 Îlon 2021
  • |
img

ÊLIH - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Em tiryakê biterikînin, jiyana nû ava bikin” de, li Êlihê bi ciwanan re civiya. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dikin. Ciwanên HDP’î li gundê Timoq a navçeya Hezo ya Êlihê hatin gelhev û seyranek organîze kirin. Nêzî 50 ciwan tevlî seyranê bûn. Di seyranê de li ser mijarên polîtikayên şerên taybet atolye hatin lidarxistin, li ser fihûş û tiryakê nîqaş hatin kirin. 
 
Bernameya ciwanan bi gerandina guvendê bi dawî bû.