Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan 2024-04-26 13:09:23 ÎZMÎR - Di Girtîgeha Jinan a Şakranê de cezayê hucreyê dan jinên ku dernakevin hevdîtinê.   Derbarê girtiyên jin ên di Girtîgeha Jinan a Şakranê tên ragirtin de ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dadgehan boykot dikin û dernakevin hevtînên telefon û malbatan, lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de cezayê hucreyê dan girtiyan.    11 ROJAN CEZAYÊ HUCREYÊ   Tevî Hevseroka rêxistina Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîkê, derbarê Ayşe Kayra, Esma Başkale, Rahşan Aydin, Mesîh Demîralp, Azîme Işik, Mehtap Kiyar, Hediya Ozturk, Fîgen Şahîn û Esmer Ayasê de 11 roj cezayên hucreyê hatin dayîn.    Girtî îtiraz li cezayê hatiye dayîn kirin.