Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe 2021-08-03 11:13:51   RIHA - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser şewatên daristanan û çalakiyên şermezarkirina DEDAŞ'ê yên cotkaran û ev peyam parve kir: "Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe."   Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe ya nobeta "Edaletê" ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin, di roja 148'emîn de didomînin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, serê sibehê zû hatin ber edliyeyê û bi dovîzên ku li ser wan "Dayikeke 148 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin, ji ber ku di qetilkirinê de parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin." nivîsandîne dest bi çalakiya xwe kirin.    Malbat Şenayaşar ku rexmî betlaneya edlî û germê jî çalakiya xwe didomîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: "Li çar aliyên Tirkiyeyê daristan dişewitin. Li çar aliyên Tirkiyeyê cotkar ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî çalakî li dar dixin. Li çar aliyên Tirkiyeyê qêrînên edaletê bilind dibin. Bingeha dewletê edalet e. Çima rayedar bêndeng in...Li Qesra Edliyeyê zilm didome."