Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin

  • ciwan
  • 19:02 7 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kobanê ji bo protestokirina Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’yemîn meşek li dar xistin.
 
Bi dehan ciwanên ji Herêma Firatê û Kobanê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê meşek li dar xistin û soza bilindkirina têkoşînê dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Jinên Ciwanan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî û got ku ew ê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane xurttir bikin. Firyarê ev tişt gotin: “MÎT a tirk ji ber ku dizane azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e, lewma timî êrîşê jinê dike. Em jin, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”