Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek

  • ciwan
  • 15:58 3 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Ciwanên di komxebata bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Pêşeng Ber Bi Civakeke Azad Ve” hate lidarxistin de hatin gelhev, herkes vexwendin ku di bin banê MXD’yê de bibin yek. 
 
Meclisa Xwendekarên Demokratîk (MXD) 1’emîn Komxebata xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Pêşeng Ber Bi Civakeke Azad Ve” li eywaneke li navçeya Kagitxaneyê li dar xist. Ciwanan li eywanê pankartên “Bi ciwanên pêşeng ber bi civakeke azad ve” , “Zext, girtin û binçavkirin nikarin me çavtirsandî bikin” , “Em bi berxwedanê tên ber bi azadiyê ve dimeşin” , “Li dijî pergala hiş dibire ciwanên rêxistinbûyî û azad” hatin daliqandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û gelek kes tev li komxebatê bûn. 
 
Di komxebata bi rêzgirtinê dest pê kir de metnên bi kurdî û tirkî yên ji bo vekirinê hatin amadekirin hatin xwendin. 
 
‘JIYANA JI CIWANAN RE TÊ PÊŞKEŞKIRIN KOLETÎ YE’
 
Di daxuyaniya ku bi gotinên “Ji barîkatên Parîsê heta barîkatên Sûrê ciwanên ku niha jî ji bo jiyaneke aza dli Mahabadê şer dikin silav dikin” dest pê kir de, hate diyarkirin ku ciwan hêza xwe ji vê rastiyê digirin û wiha hate gotin: “Bikaranîna vê hêzê ji aliyê ciwanan ve tê wê wateyê ku ew bi rêxistin in û li her devera jiyanê ne.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jiyana ji ciwanan re tê pêşkeşkirin ji rastiyê dûr e û ev tişt hatin gotin: “Em baş dizanin ku cewhera jiyana ku pêşkêşî me tê kirin kedxwarî, xizanî, hilweşîna ekolojîk û koledarî ye.” Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di vê pêvajoyê de ji aliyê daraz û polîsên desthilata AKP’ê û MHP’ê ve hewl hat dayîn bi rê û rêbazên cuda pêşî li komxebatên me were girtin. Tevî vê yekê gelek hevalên me bi gefan û hewldanên binçavkirinan re rûbirû man.” Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel zext û gefan jî xebatên komxebatan bi coş û biryardarî berdewam dikin û bang hate kirin ku hemû beşên ciwanan ên alîgirên demokrasî û azadiyê di bin banê Meclîsa Xwendekarên Demokratîk de bibin yek.
 
‘NETEW DEWLET RÊXISTINBÛYÎNA KEDXWARIYÊ YE’
 
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê di komxebatê de axivî, diyar kir ku zanîna li zanîngehan tê ferzkirin zanînên pergala kapîtalîst in û anî ziman ku bi rengekî ku bandorê li her kêliya jiyanê bike tê kirin. Temellî, destnîşan kir ku zanîsta kapîtalîst xwe di pergala netewe-dewletê de xwe jinûve hildiberîne û wiha got: “Ya rast, ya ku em jê re dibêjin kapîtalîzm tenê bi kedxwariyê li ser piyan disekine û netew dewlet rêxistinbûna kedxwariyê ye.”
 
CÎHANEKE DIN PÊKAN E
 
Temellî, bi lêv kir ku li dijî vê pergalê cîhaneke din jî pêkan e û ev tişt gotin: “Mirov zanîngehê tenê weke dibistanekê bibîne xelet e. Ya rast ew e ku zanîna ku mexdûriyeta civakê, kedê, jinê, ciwanan û hemû mirovahiyê ji holê rake em li ku û çawa hilberînin, çawa birêxistin bikini em ê têkoşîna vê çawa bidin. Heke ya rast ev be dikarim vê bejim; hûn li cihê rast û li rêya rast in, rêberekî we yê rast heye.”
 
Komxebat, piştî axaftina Temellî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.