Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 12:08 25 Mijdar 2022
  • |
img
ESKÎŞEHÎR – Li Eskîşehîrê di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk hatin binçavkirin. 
 
Li Eskîşehîrê bi ser malên endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de xwendekarên bi navên Rezan Aras, Muhammed Topalan, Rewşan Gure, Muslum Koyun, Genco Aykut, Hasan Mansur û xwendekarê bi navê Mehmet Alî ku paşnavê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Hat zanîn ku xwendekarên binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Eskîşehîrê hatin kirin û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.