Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan

  • ciwan
  • 14:59 17 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Budak ku bi îdiaya “perwerdeya îdeolojîk dide” hatibû girtin, hat berdan. 
 
Ji ber îfadeya “perwerdeya îdeolojîk a rêxistinê didin” a kesa bi navê Kezîban Kuday ku ji Qanûna Poşmantiya Bibandor sûd wergirtibû, li dijî endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Partiyê (PM) lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, di 20’ê gulanê de 10 kes hatibûn girtin. Yek ji kesên hatibû girtin jî Çekdar Budak bû û danişîna wî îro hat lidarxistin. Doz, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin û îro li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Budak, ku li Girtîgeha Tokatê dihat ragirtin, ji bo danişînê anîn Amedê. Parêzerê Budak, Resûl Temûr jî di danişînê de amade bû. Şahida eşkere Kuday jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. 
 
Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û rewşa girtî ya Budak bidome. Şahida eşkere Kezban Kuday jî diyar kir ku îfadeyê li gel parêzerê xwe dayî yê wê ye lê îfadeyên dema parêzerê wê ne li cem wê, yên wê nînin. Kuday, da zanîn ku Budak di dema xebatên partiya siyasî de nas kiriye û got; “Ez nizanim bê ka Budak perwerdeyên îdeolojîk ên rêxistinê dane yan na.” 
 
Di danişînê de Budak jî diyar kir ku wî “perwerdeyên îdeolojîk ên rêxistinî nedane”, di komîsyona perwerdeya navendî ya partiyê de cih digire û têkildarî polîtîkaya partiyê perwerdeyan dide û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Parêzerê Budak, Resûl Temûr jî destnîşan kir ku dosya li ser îfadeyên şahida eşkere hatiye vekirin, di dema parêzerên şahidê ne li wir de îfadeyên wê hatine girtin û ev beş ji delîlên derhiqûqî pê tê. Temûr, bal kişand ser îfadeyên şahidê yên di hizûra dadgehê de û tehliye û beraeta miwekîlê xwe xwest. 
 
Dadgehê biryara tehliyekirina Budak da û danişîn taloqî 30’ê adarê kir.