Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin

  • ciwan
  • 20:10 29 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR- Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bertek nîşanî polîtîkayên binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxurtiyê yên li hemberî endamên meclîsê dan û gotin, dê di 3'yê Tîrmehê de di kongreya HDP'ê de bersiva van êrişan bidin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê têkildarî zextên li ser ciwanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Ciwan dê têkoşîna xwe bidomînin, dê li ber çewisandinan serî netewînin" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeya "Bijî berxwedana ciwanan" hat berzkirin. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, rêvebiriya HDP'ê ya bajêr, rêxistinên ciwanan ên sosyalîst ên li bajêr û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmîrê Hanîfe Çaçan metna daxuyaniyê xwend. Çaçan bilêv kir ku şerê ku tifaqa AKP-MHP'ê li hemberî gelê kurd daye destpêkirin bi zextên li ser ciwanan, bi ferzkirina sîxurtiyê, bi binçavkirin û girtinan didome. Çaçan destnîşan kir ku êrişên serdestan êrişine berfireh in û got: "Pêvajoyeke bi vî rengî peywir û berprisiyareiyeke dîrokî ya pir mezin daye ber me." Çaçan destnîşan kir ku ciwan tirsa serdestan e û got: "Êrişên li ser partiya me, li ser têkoşîna ciwanên partiya me û têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê bi awayekî berbiçav ên vê yekê ne." 
 
'EM Ê DI KONGREYÊ DE BERSIVÊ BIDIN'
 
Çaçan destnîşan kir ku dê ciwan di 3'yê Tîrmehê de di Kongreya Asayî ya 5'an a HDP'ê de bersiva van êrişan bide û got: "Ev operasyonên qirkirina siyasî yên beriya kongreyê, hêleke êrişên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser têkoşîna ciwanan e. Dixwazin ciwanan ji nirxên wan dûr bixin û daxilî nava pergalê bikin û wan bikin kesên îtaatkar. Lê em xwedî wê hêzê ne ku dikarin van polîtîkayên şerê taybet pûç bikin. Polîtîkayên çewisandinê yên desthilatê yên li ser civakê û ciwanan ji kampusên zanîngehan bigire heya kuçeyan li her derî tên dîtin. Li zanîngehan êrişên li ser xwendekarên şoreşger û welatparêz rengvedana vê ferasetê ne. Em ji dîrokê jî dizanin ku li hemberî kesên şerxwaz gel û ciwan tim bi ser ketine. Dê tifaqa AKP-MHP'ê ya ku naxwaze ciwanan daxilî nava siyasetê bibin têk bişikê û em ciwan em ê bi ser bikevin." 
 
ÇEPNÎ: EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN
 
Paşê Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî. Çepnî jî got: "Ciwan ji Denîzan heya niha her tim di refên pêş ên têkoşînê de bûne. Îro ro li hemberî ciwanan êrişeke bêrxistinkirinê ya mezin heye. Ciwan dê bi rêxistinbûyîneke xurt bersiva van êrişan bidin. Em ê jî bi vê hêza şoreşger a ciwanan têkoşînê bilidntir bikin."