Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin

  • ciwan
  • 18:17 5 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, ji bo Meşa Gemlîkê banga tev li bûnê kirin. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê têkildarî meşa ku di 12’ê Hezîranê de li navçeya Gemlîka Bûrsayê wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê biparêzin, li dijî siyaseta tecrîdê, ber bi Gemlîkê ve dimeşin” were kirin, li Rêxistina HDP’a Bagcilarê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan pankartên “Ciwan Ber Bi Rojê Ve Dimeşin”, “Ciwanên Rexistinbûyî Wê Tecrîde Bişikînin!”, “Hevi Em İn, Serkeftin a Me Ye!” , “Em xwe birêxistin dikin, ber bi pêşerojê ve dimeşin” li eywana ku çalakî lê hate lidarxistin ve daliqandin. 
 
‘EM JI BO AZADIYÊ BIMEŞIN’
 
Ciwanan, di çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir de, bang kirin ku hemû ciwan beşdarî Meşa Gemlîkê ku dê di 12’ê Hezîranê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û ji bo azadiya wî were lidarxistin bibin. Ciwanan di çalakiyê de wiha gotin: “Ji bo azadiyê em bimeşin û civakê azad bikin.”
 
Çalakî bi xwendina helbest û gotinên stranên kurdî bi dawî bû.