SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe

  • ciwan
  • 21:40 23 Gulan 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR – Endamên SGDF'ê ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin û destnîşan kirin ku dê zextên li ser girtiyan bi berxwedana yekbûyî bên şikandin. 
 
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê çalakiya xwe bi daxuyniyekê bi dawî kir. Di dema daxuyaniyê de pankarta li ser "Li girtîgehan komkujî heye. Em bibin dengê girtiyan" nivîsandî hat vekirin û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bila zindan bên hilweşandin, azadî ji bo girtiyan", "Garîbe Gezer rûmeta me ye" û "Aysel Tûglûk rûmeta me ye" hatin berzkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên bajêr û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Endama SGDF'ê Meryem Yildirim daxuyanî xwend. Yildirim destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê zext û tecrîd tim hene. Yildirim bilêv kir ku Garîbe Gezer delîla herî mezin a vê polîtîkayê ye û bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûkê û got: "Kujer dewlet e."
 
YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎN
 
Yildirim bang kir ku girtî bi tenê neyên hiştin û got: "Em girtiyan bi tenê nehêlin. Em name û kartan ji wan re bişînin, em biçin cem wan hevdîtinê bi wan re bikin, em piştevaniya bi malbatên wan re mezin bikin û li dijî zorbetiya faşîst bibin xelek. Ev banga me di destpêkê de ji bo rêxistinên ciwanan ên pêkhateyên têkoşîna ciwanan û raya giştî ya pêşverû-şoreşger-demokrat e. Em li dijî tahde, zext, îşkence û tecrîda li girtîgehan berxwedana yekbûyî bilind bikin û em bi hev re vê zilma li zindanan têk bişikînin." 
 
Paşê ji Înîsyatîfa Xwendekarên Azad Ayhan Bakir axivî. Bakir got: "Şert û mercên girtîgehê yên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê, ne kêmî yên dema Zindana Amedê ne. Girtîgeh veguherîne mirinxaneyan, her roj tabût ji girtîgehan dertên û hevrêyên me tên îşkencekirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Ên cezayên wan qediyane nayên berdan, înfazên wan tên şewitandin. Em vî tiştî qebûl nakin. Heya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin em ê bitêkoşin." 
 
‘EM JI BO EDALETÊ LI VIRA NE'
 
Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî li ser navê malbatên Nobeda Edaletê axivî û got: "Pir girîng e ku ciwan dibin dengê girtiyan. Em dayik jî li dijî van pêkanînên li girtîgehan Nobeda Edaletê digirin. Bila girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, girtiyên nexweş bên dermankirin."