Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê

  • ciwan
  • 21:08 21 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - SGDF, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. 
 
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Ciwan di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê de serdana saziyan kirin û xwestin li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bertek zêde bibin. 
 
Endamên SGDF'ê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kirin. Hevserokê HDP'ê yê bajêr Çinar Altan û rêvebirên partiyê ciwan pêşwazî kirin. Di serdanê de ciwanan behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kirin û xwestin her kes di vî warî de hesas tevbigere. Ciwanan ragihand ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin û ji bo vê serdana saziyan dikin.
 
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî got: "Ev bangawaziya ciwanan a ji bo girtiyên nexweş û zilm, îşkence û bêhiqûqîtiya li girtîgehan watedar e. Em jî vê bangawaziyê wekî bangawaziya xwe qebûl dikin." 
 
Ciwanan paşê bi dorê serdana Partiya Azadiya Civakî (TOP) û nûnerên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê dê sibê jî bi serdanan bidome.