Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin

  • ciwan
  • 16:45 21 Gulan 2022
  • |
img
WAN - Meclisa Ciwanan a HDP'a Wanê, derbarê girtina endamên meclisa wan a Amedê daxuyanî da û ev tişt got: "Em ciwan em ê vê desthilatê bişînin û jiyana nû ava bikin."
 
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'a Amedê jî di nav de girtina 10 kesan li Wanê hat şermezarkirin. Ciwanên Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'a Wanê li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Artemêtanê hatin gelhev û daxuyanî dan. Endamê Meclisê Arjîn Tûncer axivî. Tûncer, di axaftina xwe de qala polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê yên li dijî kurdan kir û destnîşan kir ku wan konseptên şer li qadên 8'ê Adarê û Newrozê hilweşandiye. Tûncer, bi lêv kir ku wê êrişên li dijî wan encam negirin û ev tişt got: "Hûn ê me netepisînin, teslîm negirin. Em ciwan êm ê vê desthilatê bişînin û jiyana nû ava bikin."
 
Daxuyanî bi dûrişmeyên "Bijî berxwedana zindana" û "Wê zext me têk nebin" bi dawî bû.