Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê

  • ciwan
  • 14:11 15 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz, bi şîara "Em ji tekoşînê tên ber bi azadiyê ve dimeşin" komxebatek pêk anî û nîqaşên pirsgirêkên rêxistinkirinê kirin. 
 
Ciwanên Xwedekar ên Welatparêz, li Navenda Çandê ya Kozyatagi ya li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, bi şîara "Em ji tekoşînê tên ber bi azadiyê ve dimeşin" komxebatek li dar xist. Gelek endamên Meclîsa Xwedekarên Demokrat û Înisiyatîfa Ciwanên Azad ên Enqere, Antalya, Kocaelî, Aydin, Eskîşehîr û Îzmîrê tev li komxebatê bûn. Ciwanên ku eywan tije kirin, demeke govend gerandin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" , "Berxwedan Jiyan e" , "Bimre xiyane" û "Bijî berxwedana ciwanan" berz kirin. 
 
KORKUT Û KURT NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Li eywanê  pankartên "Em bi tekoşînê tên ber bi azadiyê ve diimeşin" , "Jinên ciwan li ber xwe didin xwe bi azadiyê dixemilînin" , "Bi zimanê zikmakî perwerde" , "Zanîngeha bêpere, zanistî, azad û xweser" , "Em bi rêxistin dibin, bibin yek û bihêz bibin" , "Bi feraseta kolektîf a welatpêrêz ber bi siberoja azad ve" , "Li dijî dagirkeriyê em ji bo bibin heqîqet hatin" hatin daliqandin. Her wiha ciwanan wêneyên Şerzan Kurt ku bi guleya polîsan hatibû kuştin û Kemal Kûrkût ku di Newroza 2017'an de li Amedê ji aliyê polisan ve hatibû kuştin jî li eywanê daliqandin. 
 
ROJEVÊN CÛR BI CÛR
 
Di komxebatê de tevî zextên li ser zimanê kurdî polîtîkayên ser ciwanên kurd, pirsgirêkên xwendekarên zanîngehan, pirsgirêkên rêxistinkirinê, şerê bi hevkariya AKP-KDP'ê yê li dijî Başûr tê meşandin û çareseriya van pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.