Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • ciwan
  • 13:12 11 Gulan 2022
  • |
ENQERE - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag li ser têkoşîna ciwanan axivî û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Amedê Dersim Dag têkildarî rojeva ciwanan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên derbarê ciwanan de nirxand. 
‘BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ’ 
 
Dag beşek ji axaftina xwe jî bi kurdî kir. Dag Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz kir û wiha got: “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”  
 
Dag di berdewamiya axaftina xwe de bi rasthatina Roja Cejna Zimanê Kurdî wiha got: “Belê hevalên hêja em ber bi 15’ê Gulanê ve diçin. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Em her roj dibînin ku Kurdî li vê axê tune tê hesibandin, kesên ku zimanê wan Kurdî ye tên kuştin, rastî êrişan tên. Bi minasebeta 15’ê Gulanê em dixwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê fermî. Em daxwaz dikin hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn bila bi azadî bi zimanê xwe bijîn û perwerdehiyê bibînin. Îro li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî zimanê ku herî zêde tê axaftin Kurdî ye. Kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye, li parlamentoyê wekî zimanê biyanî tê pênasekirin. Li dijî vê yekê em li her derê Kurdî diaxivin, li her derê Kurdî dixwînin û xwedî li Kurdî derdikevin. Ez careke din ji vir di serî li zarokên Kurd û li hemû gelê Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Divê demildest zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”