Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin

  • ciwan
  • 20:07 23 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Civata Ciwanên Herêma Şêladizê êrişên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir û got, wê li dijî êrişan bêdeng nemîne.
 
Civata Ciwanên Herêma Şêladizê têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rewşa Şêladizê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku dê ciwan li ber êrişan bêdeng nemînin.
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Destpêkê em van êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêma Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Bila dewleta tirk bizanibe, em ji berê şiyartirin û em xebatê ji bo gelê xwe dikin. Leşkerên we bêyî xwesteka me hatiye li ser xaka me, ji ber vê em bêdeng nabîn. Ev der ne cih û warê we ye. Em şehîd jî bikevîn, dê hezaran ciwan hebin tolê hilînin. Em we weke dijminê gelê kurd dibîn. Me tercûbe li ser bûyerên we hene ku bi bihaneya hevalên me hun çiya, gund û warên me topbaran û kîmyabaran dikin. Li Tirkiyeyê jî êrişên tund li ser sivîlan pêk tînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li beramberî we bêdengî hilbijartiye. Weke gurek birçî ketîne li pey xwîna ciwanên me, em ê bêdeng nebîn, heta ku em bi hev re canê xwe li ser didîn.
 
Di dema borî de partiya desthilatdar bi hevkariya li gel MÎT’a tirk û berpirsên herêma Şêladizê û derdora wê bi çend şêwazan êriş li ser civaka me pêk anîn. Êrişa herî metirsîdar balafir bû ku armanca wan êrişan ciwan bûn û zêdetirî 40 sivîl şehîd bûn. Tu şehîdek me kar û xebat ji bo dijmin nekirîbû, yan xiyanet li xak û netewe û malê giştî nekirîbûn."