Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan

  • ciwan
  • 09:48 14 Nîsan 2022
  • |
img
EDENE - Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya HDP’ê bi nivîsên li ser dîwanan nivîsîn bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xebatên nivîs nivîsandinê kirin. Ciwanan li ser dîwarên Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê  nivîsên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji zindanan re bibin deng” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Şehîd namirin” nivîsîn.