Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye

  • ciwan
  • 17:24 12 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku berpirsê mirina Enes Kara yê ber bi xwekuştinê ve hat hêlkirin îqtidar e û li dijî polîtîkayên AKP'ê ji bo rêxistinbûyînê bang kir. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî mirina xwendekarê pola 2'yan a Beşa Tibê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Firatê Enes Kara de bi awayê nivîskî daxuyanî da. 
 
Meclîsê di daxuyaniya xwe de got: "AKP'ya ku berberîbûnê dixe navbera gelan, bi çapemeniya ku xistiye destê xwe şert û emrcên xizanîbûnê wekî tiştekî asayî be dide der. Ji ber van şert û mercên xizaniyên yên ku AKP'ê ew afirandine di sala 2021'ê de 76 hevalên me yên ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Bêguman tu ciwan ji ber êşên takekesî dawî li jiyana xwe nayne. Sedemên ku ciwanan ber bi vê ve hêl dikin; krîza abor, bêhvîbûna ji bo pêşerojê, zext û çewisandinên îqtidarê ne. Em baş dizanin bi vê ciwan tune dibin, sedema vê jî polîtîkayên zilmê yên îqtidarê ne." 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser mirina Enes Kara û got: "Kara li dû xwe nameyek hiştiye. Di nameya xwe de diyar kiriye ku li wargeha ceametê bi darê zorê nimêj pê hatiye kirin û daxilî nav dersên cemawetê bûye. Mirina hevalê me Enes, xeleka dawî ya tahdeya sîstematîk a li ser ciwana ye. AKP'ya ku ji roja ku bûye îqtidar heya niha ciwanan hedef digire û ciwanan mehkûmî wargehên etrîqatan dike, kujerê Enes e. Em kujeran baş nas dikin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Meclîsê di dawiya daxuyaniyê de li dijî polîtîkayên AKP'ê ji bo rêxistinbûyînê bang kir ku li dijî vê vîrûsa talûke ya ku AKP'ê li nav civakê belav kiriye, têkoşînê bilind bikin û di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de xwe birêxistin bikin.