Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin

  • ciwan
  • 09:09 12 Çile 2022
  • |
img

AMED - Li Amedê du ciwanên HDP'î yên ku polîsan bi tahde û gefxwarinê sîxurtî li wan ferz kirin, serî li ÎHD'ê dan. 

Ciwanên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji zû de ye bi zextên polîs û darazê re rû bi rû dimînin. Ev zext û çewisandin piştî Kongreya Asayî ya 3'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku di 27'ê Kanûna 2021'ê de bi dirûşmeya "Dem dema ciwana ye" li Amedê hat lidarxistin, zêde bûn. 
 
Du ciwanên HDP'î ku polîs tim bi telefonê wan enrihet dikin û wan didin sekinandin, gef li wan tên xwarin û sîxurtî li wan tên ferzkirin. Her du ciwan ji ber van zextan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dan û doza alîkariya hiqûqî kirin. 
 
GAZÎ WAN KIRIN
 
Ji van ciwanan yek jê Alî Şeker ê 18 salî ye. Şeker, anî ziman ku bi zextên polîsan re rû bi rû dimînin. Şeker, bilêv kir ku demek berê telefonî wî kirine û jê re gotine divê were midûriyeta polîsan îmzeyê bavêje. 
 
Şeker, diyar kir ku derbarê wî de tu biryareke kontrolê tune ye û bi tena serê xwe çûye midûriyeta polîsan. Şeker, anî ziman ku gava çûye li ber derî du polîsan ew pêşwazî kiriye û di cî de wî birine baxçe û hevdîtine nefermî pê re kirine. Şeker, detsnîşan kir ku hevdîtinê de polîsan bi pereyan sîxurtî teklîfî wî kirine. 
 
GEF LÊ XWARIN
 
Şeker, diyar kir ku ji ber ku bi tenê bûye fikar lê peyda bûne, lewma gotiye "temam" û ji midûriyeta polîsan derketiye. Şeker, anî ziman ku di 4'ê Çileyê de, êvarî cardin polîsan telefonî wî kiriye û jê xwestine li kafeyekê hev du bibînin. Şeker, anî ziman ku wî jî gotiye dê tevî parêzerê xwe bê û piştî wis agotiye polîsan jê re gotiye "Hê te em baş nas nekirine, em ê berbangekê bavêjin ser mala te, çi ehwce be em ê bikin." 
 
Şerker, anî ziman ku ji ber van gefan serî li ÎHD'ê daye û got: "Dixwazin me bitepisînin, lê ciwanên kurd qethiyen dê serî netewînin." 
 
SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN
 
Mûstafa Ekîncî yê 23 salî j, di 4'ê Çileyê saet li dor 8'ê êvarî gava tevî hevalên xwe li Taxa Hûzûrevlerî meşiyaye polîsan pêşiya wî û hevalên wî girtiye. Polîsan nasnameya wî û yên hevalên wî kontrol kirine û paşê ji wan re gotine dikarin bi rêya xwe de biçin. Piştî biq asî 100 metreyî diçin polîs cardin pêşiya wan dibirin û ji wan re dibêjin dê komek polîsan a din were û Ekîncî û hevalên wî dane sekinandin. 
 
Ekîncî, bilêv kir ku piştî saetekê polîs biw esyaîteke sivîl hatine û du kesên sivîl ên ji wesayîtê daketine wî ji hevalên wî hebikekî dûr xistine û jê xwestine sîxurtiyê bike. 
 
Ekîncî, destnîşan kir ku van kesan jê re gotiye "Em dizanin tu çi dikî, em dizanin tu diçî cem kê. An tu yê dev ji van karan berdî yan jî tu çi bikî tu yê werî ji me re bibêjî." 
 
Ekîncî, diyar kir ku piştî ku ev teklîf red kiriye polîs çûne, lê belê ew û malbata wî tev de ji zû de ye bi van zextan re rû bi rû dimînin û polîs tim davêjin ser mala wan. Ekîncî, anî ziman ku ji ber van zextan û binpêkirinan serî li ÎHD'ê daye.