Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî

  • ciwan
  • 11:39 11 Çile 2022
  • |
img
XARPÊT - Xwendekarê tipê Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima, piştî zexta ku li dihat kirin vegot dawî li jiyana xwe anî. 
 
Li Xarpêtê, xwendekarê pola duyemîn ê Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê Enes Kara (20), piştî kişandina dîmenek ku têde fikarên xwe yên pêşerojê û zextên ku li wargeha bi zora malbata xwe lê dimîne vedigot, dawî li jiyana xwe anî. Kara ku li pişt xwe nîşeya întiharê jî hişt, diyar kir ku rexmî ne misliman e li wargeha cemaetê bi zorê nimêjê pê dane kirin û lê ferz kirine ku tevlî dersên cemaetê bibe. 
 
Li gorî nûçeya ku Rojnameya Evrenselê darbas kiriye, Kara, di nîşeya xwe ya întiharê de ev tişt nivîsandine: "Herkes ji bijîjkiyê direve, lewre mobbîng heye, nubetên dirêj hene, îhtîmala ji nexweşan tundî bê heye, weke koleyan dixebitî, ev pêşerojeke wiha naxwazim...Li wargeha cemaetê ya lê dimînim kirina nimêjê û tevlîbûna dersên cemaetê mecbûrî ye, xwendina pirtûkên ku didin mecbûrî ye. Ez bixwe ne misliman im, malbata min nizane, dema ku min got ez dixwazim veqetim bersiva na girt."
 
Kara, dîmena ku beriya bûyere kişandiye de jî ev tişt dibêje: "Niha li wargeha cemaetê dimînim. Rexmî ku qet naxwazim û gelek car vê ji malbata xwe re vegot jî. Gelek caran min got lê mayîna li vir li min ferz kirin...Dema lîse û dibistana navîn jî dihatim medreseyên wiha û di hin betlaneyan de şevînî dimam. Wê demê jî min nexwest lê malbata min li min ferz dikir. Heftê rojek du rojan dihatim û salê hefteyek du hefte şevînî dimam. Pir jî ne zor bû. Min digot wê heta zanîngehê bidome.
 
Li vir nimêj mecbûrî ye. Weke cemaet dimînin, piştî nimêjê ders heye. Nêzî her carê 30 deqe didome. Rojê saetek xwendina pirtûkê mecbûrî ye. Heftê 3 rojan mecbûrî tevlî dersên cemaetê bibî. Xwarinê xwendekar çêdikin, dîsa heftê rojekê em paqijiyê dikin. Bi nimêja sibehê re radibim, diçim dibistanê û têm, nimêja êvarê, xwarin, xwendin, nimêja eşayê, dersa cemaetê, saet dibe 10. Jixwe roja din dîsa saet di 06.30'an de radibim nimêjê. Tenê di 08.00'an de serbest dibim. Dawiya heftê jî wiha ye. Dîsa bi qasî 3 saetan dem dimîne û di vê demê de xweşik ders jî naxebitim. Lewre bi awayekî derûnî diwestim."
 
Ev her du pirsgirêk ji hev cuda bên fikirîn ne tiştên ku mirov nikare bi wan re serî derbixe lê dema hemû dibin yek hemû hezkirina min a jiyanê digire, xwe azad hîs nakim. Di 24 saetan de tenê 3 saet ji min re dimîne."