Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî

  • ciwan
  • 11:27 27 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Bi hezaran ciwanên ku di kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de hatin ba hev, diyar kirin ku ew ê li dijî zextan serî netewînin û gotin: “An azadî an azadî.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li salona dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê bi dirûşma "Niha dema ciwanan e" Kongreya xwe ya Asayî ya 3’yemîn li dar xist. Di kongreya ku ji çar aliyê welêt bi hezaran ciwan beşdar bûn de, li dijî zilma li ser HDP û ciwanan peyama têkoşînê hat dayîn. Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku nêzî 23 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, daxwaza azadiyê kirin. 
 
'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Emîr Kiliçak ê ji navçeya Gevera Colemêrg beşdarî kongreyê bû diyar kir ku divê ciwan li dijî zilmê bi hev re tevbigerin û wiha got: Em ê serî li ber tiştên ku dewlet tîne serê me, serê xwe netewînin. Wê nikaribin serê me jî bitewînin. Em her tim rast in. Em bi partiya xwe HDP’ê re her tim di nava civakê de ne.” Kiliçak da zanîn ku ciwan li dijî zilmê çi ji destê wan bê dê bikin û got: "Em bi ruhê ciwantî û berxwedanê hatin gel hev û em ê bi serbilindî rêya xwe bidomînin.” 
 
Ji ciwanên HDP'ê Serhat Olmez ê ku ji Geverê beşdarî kongreyê bû jî diyar kir ku ciwan bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne û wiha got: “Li ser rê jî nasnameyên me ji me xwestin û gefan li me xwarin. Ji me hêvî dikin ku em guh bidin wan. Em lurd in. Me heta îro nirxên xwe nefirotiye û ji niha û pê ve jî em xwe nefiroşin." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 
 
Vedat Kartal ê ji Stenbolê beşdarî kongreyê bû jî destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkaya şerê teyabet ciwanan dixe nava nebaşiyên wek tiryakê û fihûşê û got: “Her roj sîxûrtî li ciwanan tê ferzkirin. Em jî wek ciwanên HDP’ê li dijî vê yekê derdikevin. Em vê yeqê qet û qet qebûl nakin. Em li dijî van polîtîkayan xebat û têkoşîna xwe berdewam dikin. Me bi ciwanê dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.” 
 
RÊYA AZADIYÊ 
 
Kartal da zanîn ku dema ew hatine salona kongreyê hevalên wan ên cilên netewî li xwe kiribûn bernedan hundir û wiha got: “Em ê tu demê li dijî van zextan bêzar nebin. Zext wê nikaribin me têk bibin. Em wek ciwanên Kurdistan û Tirkiyê jig elek bajarên dûr hatin Amedê. Dewlet her tim li Stenbol û Enqereyê ciwanan binçav dike û sîxûriyê li wan ferz dike. Dixwazin me bitirsînin û xebatên me lawaz bikin. Lê belê divê viya baş were zanîn, em ê dev ji rêya xwe bernedin, çimkî rêya me rêya rast e. An azadî an azadî.”