Li Êlihê amadekariyên kongreyê

  • ciwan
  • 16:50 25 Kanûn 2021
  • |
img
BATMAN - Li Êlihê ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya ku Meclîsa Ciwanên HDP’ê sibê li dar dixe, banga tevlîbûnê hat kirin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya ku dê sibê li dar bixe, li Êlihê belavok belavkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlementerê Êlihê Necdet Îpekyuz û gelek endamên partiyê jî bi ciwanan re belavok belav kirin.  
 
Di dema belavkirina belavokan a li cadeyên Amed û Gulîstanê de dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “HDP ciwan e, ciwan li vir in” û “Dem dema ciwanan e” hatin berzkirin. 
 
Di dema belavkirinê ku tilîlî û dirûşm jê kêm nebûn de eleqeya gel a zêde bal kişand.