Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne

  • ciwan
  • 11:34 25 Kanûn 2021
  • |
img
ÊLIH/ÎZMÎR – Ciwanên HDP’ê yên li Êlihê û Herêma Egeyê bang li ciwanan kirin ku beşdarî Kongreya Asayî ya Ciwanan ku dê sibê li Amedê were lidarxistin bibin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibê li Amedê bi dirûşma “Niha Dema Ciwanan e” Kongreya Asayî ya 3’yemîn li dar dixe. Kongre wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Eywana Dawetê ya Kaplan City pêk were. Tê payîn ku bi hezaran ciwan beşdarî kongreyê bibin.
 
Bi hefteyan e amadekariyên vê kongreya mezin berdewam dikin. Tê payîn ku yek ji van bajarên herî zêde ciwan beşdarî kongreyê bibin Êlih e. Li Êlihê serê mehekê ye ciwan amadekariyên kongreya xwe dikin û mal bi mal, taxa bi tax û park bi park digerin û behsa polîtîkayên tund ên îqtidarê ku li ser ciwanan birêve dibe kirin û ciwanan vexwendin kongreyê. 
 
DIXWAZIN RÊXISTINKIRINA XWE AVA BIKIN 
 
Ji endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yakûp Orak derbarê xebatên birêve birine agahî dan û diyar kir ku îqtidar bi polîtîkayên piralî bi ser ciwanan ve diçe û di serê van polîtîkayan de jî asîmîlasyon, tiryak û fihûş tê. Orak da zanîn ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên îqtidarê mekanîzmaya parastinê ava bikin û ew dixwazin beriya her tiştî birêxistinkirina xwe ava bikin. Orak got armanca wan ew e ku ew bi ciwanan li dijî polîtîkayên qirêj ên îqtidarê hişmendiyek ava bikin. Orak bang li ciwanên Êlihê kir ku bi beşdariyek zêde tevli kongreyê bibin û deng û rengê xwe bidin nîşandan. 
 
POLÎTÎKAYA ÎQTIDARÊ YA LI SER JINAN 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sevda Adirbelî jî destnîşan kir ku hêzek ciwanan a xurt û polîtîk li Êlihê heye û ciwan ji ber hêza xwe di hedefa îqtidarê de ne. Adirbelî diyar kir ku bi taybetî li dijî jinên ciwan polîtîkayek taybet tê birêvebirin û divê jinên ciwan li dijî her cûre polîtîkayên taybet û êrişan bibin xwedî rêxistinek bi hişmend. Adirbelî da zanîn ku kabûsa îqtidarê ciwanên birêxistinkirî ne û ciwanan vexwend kongreyê. 
 
Adirbelî strana “Batmana Kurda ye” jî strî û diyarî ciwanan kir. 
 
CIWANÊN HERÊMA EGEYÊ ÎRO DERDIKEVIN RÊ 
 
Ciwanên wê ji Îzmîrê û herêma Egeyê beşdarî kongreyê bibin îro derdikevin rê. Li Îzmîrê jî ciwanan xebat û amadekariyên bêhempa birêve birin û ciwanan vexwendin kongreyê. Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Serhed Îrlan jî got di encama xebata wan kiriye de wê ji herêma Egeyê bi qasî 250 ciwanan beşdarî kongreyê bibin. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Melîs Altaş jî anî ziman ku ji bo sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan ew têdikoşin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina her cûre polîtîkayên li ser ciwanan tên birêvebirin dê têkoşîna xwe mezin bikin û wê di vê kongreyê de nexşerêya têkoşîna xwe diyar bikin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Baran Tînk jî ciwanan vexwend kongreya wê li dar bixin û ew dixwazin bi vê kongreyê polîtîkayên taybet ên dewletê ku li ser ciwanan birêve dibe bişikînin û bi ciwanên rêxistinkirî re civakek azad bikin.