Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike

  • ciwan
  • 15:57 24 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo beşdariya Kongreya Asayî ya 3’yemîn ku wê di 26’ê mehê de li dar bixe, li Qada Deriyê Çİyê belavokan belav kir. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Niha Dema Ciwanan e” wê di 26’ê kanûnê de li Amedê Kongreya Asayî ya 3’yemîn li dar bixe. Endamên Meclîsê ji bo vexwendina kongreyê bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Semra Guzel û Dersim Dag û rêveberên HDP’ê li Qada Deriyê Çiyê belavok belav kirin. 
 
Parlamenter Dersim Dag beriya belavokan belav bikin axivî û diyar kir ku ew bi awayek bênavber amadekariyê kongreyê dikin û ew ji bo jiyanek azad hemû ciwanan vedixwînin kongreyê. 
 
Di kêliya belavkirina belavokan de bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê biserkevin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Dem dema ciwanan e” berz kirin. 
 
Xelkê jî eleqeyek zêde nîşanî şandeya HDP’ê da. Polîsan li nêzî Deriyê Rihayê bi hêceta “meş heye” ciwanan asteng kirin. Lê belê rêveberên HDP’ê û ciwanan bi berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin me bitepisînin” astengiyê qebûl nekirin û belavkirina belavokan berdewam kirin.