Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e

  • ciwan
  • 17:11 19 Kanûn 2021
  • |
img

RIHA - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo kongreya ku wê di 26'ê kanûnê de li Amedê bikin banga tevlîbûnê kir û ev tişt got: "Em diçin xurtkirina angaşta xwe ya jiyana nû."

Meclisa Ciwanan a HDP'ê, wê di 26'ê kanûnê de li Amedê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê, li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Hewagê têkildarî kongreyê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek HDP'î tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Niha Dema Ciwanan e" hat vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de Endamê Meclisa Ciwanan Mûhammed Ayten axivî û wiha got: "Li dijî kesên ku dixwazin nirxên me bin pê bikin, ciwanên me ber bi çirava hişbirê ve bidefînin û hewl didin pêşeroja wan bidizin, bi gotina "teqata tebana wan nemaye" dixwazin me biqedînin, em ê biçin hêza ciwanan nîşan bidin. Em diçin ku angaşta xwe ya jiyana nû ji her demê bihêztir bikin. Niha dema ciwanan e"
 
Parlamenterê Omer Ocalan jî diyar kir ku wê di 26'ê kanûnê de li Amedê bin û ev tişt got: "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi serkevin. Em ê peyameke mezin bidin herkesî. Em ê nîşan bidin ku li dijî hemû zextan ciwanên HDP'ê li ser piyan e."