Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê

  • ciwan
  • 14:07 19 Kanûn 2021
  • |
img
EDENE - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, beriya kongreya xwe li Edenê hevdîtina ciwanan li dar xist û ev peyam da: "Di siyasetê de em hene, weke ciwan em tên guhertina siyasetê." 
 
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, di çarçoveya 3'emîn Kongreya xwe Asayî ku di 26'ê kanûnê de bi şîara "Niha dema ciwanan e" li dar bixe de li Edenê hevdîtina ciwanan li dar xist. Hevdîtin li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Seyhanê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka HDP'â Edenê Gulseren Tûral, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Seher Kadîroglû, Erhan Basût û gelek ciwan tevlî hevdîtinê bûn. 
 
'HATINE DAWIYA RÊ'
 
Di hevdîtîna bi taştê dest pê kir de Sezaî Temmelî axaftinek kir. Di axaftina xwe de Temellî, bal kişand ser hêza ciwanan di siyasetê de û diyar kir ku ciwanên HDP'î i awayekî xurt mudaxaleyî siyasetê dikin û got ku Meclisa Ciwanan a Partiya wan bi dûrişmeya "Di siyasetê de em jî hene, weke ciwanan em tên guhertina siyasetê" diçe kongreyê. Temellî, derbarê rewşa dawîn a AKP-MHP'ê de jî axivî û destnîşan kir ku êdî dema çûna wan hatiye û hatine dawiya rê. 
 
ÇARESERÎ DI FIKRIYETA OCALAN DE YE  
 
Di berdewamê de Temmelî, bal kişand ser neçareserkirina Pirsgirêka Kurd û got ku çareseriya pirsgirêkê di fikriyeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye.
 
'BERIYA HER TIŞTÎ RÊXISTINBÛN'
 
Temellî, da zanîn ku beşa herî girîng a rêxistinbûnê ciwan in û ev tişt got: "Em ji bi tevlîbûn û guhertina ciwanan a siyasetê pêkan e. Bawerim ku hûn ê siyasetê biguherînin. Ciwanên xweşewîst tenê bi hatina gelhev û axaftina siyasetê têr nake. Divê em xwe bi rêxistin bikin. Berî her tiştî rêxistinbûn sifreya dostan e. Li her derî, eleqebûna bi herkesî re rêxistinbûn e. Rêya me tevan vekirîbe. Kî vedigere bila vegere em ji rêya xwe venegerin."
 
Piştî axaftinê Koma Şitlên Azadî ya Jinan derket dikê û bi gerandina govendê hevdîtin bi dawî bû.