Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin

  • ciwan
  • 19:43 19 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Ciwanan pêşangeha "Odeya Bîrê" ya Ahmet Guneştekîn protesto kirin. 
 
Pêşangeha "Odeya Bîrê" ya Ahmet Guneştekîn ku di 16'ê Cotmehê de li Birca Keçikê bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat vekirin, hat protestokirin. 
 
Ciwanên ku pêşangehê protesto kirin gotin: "A li vir hatiye kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê kurd, nirxên gelê Amedê. Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Karên Navxweyî ya wê demê Meral Akşener, çeleng şandiye ji pêşangehê re. Hem qetil dike, hem jî vê yekê bi çelengan pîroz dike. Pêşangeh bi stranên kurdî hatiye vekirin, lê di demeke ku kurdî qedexe bû, mirov sirf ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin. Lewma ev darbest, daliqandina pêlavan xiyanet e li hemberî nirxên gelê kurd. Bi rastî jî heger dilê we û dîtina bîrê hebe, li Sûra mêze bikin bes e. Xaniyên me hatin xerakirin, lê rabûn li şûna wan xanînî tu eleqeya wan bi Sûrê re tune ne çêkirin. Lewma a tê kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî hemû nirxên me." 
 
Ciwanan piştî berzkirina dirûşmeya "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve" hin darbestên pêşangehê ji Sûran avêtin xwarê.