Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan

  • ciwan
  • 13:15 7 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Em tiryakê bişkînin, jiyana nû ava bikin” de, semîner da. 

 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanay “Em tiryakê bişkînin, jiyana nû ava bikin” de, li avahiya Rêxistina Partiyê ya Stenbolê bi ciwanan re civiyan. Di salona semîner lê hat lidarxistin de, pankartên li dijî tiryaê hatin daliqandin. Ji Kocaelî, Wan, Îzmîr û Amedê, gelek ciwan beşdarî semînerê bûn. 
 
LI DIJÎ TIRYAK Û QUMARÊ 
 
Derûnnas Evîndar Karabûlût, di semînerê de axivî û bal kişand ser hînbûnên tiryak, zayendî, qumar, kirîn-firûtin û bi karanîna bîlgîseyarê.  Karabûlût, diyar kir ku di hînbûnê de, têgehên xizanî û toleransî hene û wiha got: “Piştî demekê, mirov nikarin li dijî hînbûnê derkevin. Em ji vê re dibêjin tolerans. Dema ku tiryak neyê bikar anîn, ji kêmasiya di laş de xizanî tê gotin. Di piraniya hînbûyînan de, hewceyê bi piştgiriyê heye. Hînbûyîn, bi demê re dibe sedema pirsgirên fizyolojik û psîkolojîk. Hînbûyîn nexweşiyeke mejiye. Divê ciwan di vî warî de haj xwe hebin.”   
 
Piştî axaftina Karabûlût, semîner bi pirs û bersivan dewam kir. Dûre jî semîner bi dawî bû.