Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur

  • ciwan
  • 16:03 6 Cotmeh 2021
  • |
img
MELETÎ - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Bariş Ozcan diyar kir ku polîsan sîxurtî lê ferz kirne û ji ber vê yekê serî li ÎHD’ê da û li dozgeriyê gilî kir. 
 
Endamê Meclîsa Ciwnan a HDP’ê Bariş Ozcan (18) diyar kir ku li navçeya Battalgazî ya Meletiyê polîsan sîxurtî lê ferz kiriye. Ozcan ji ber tiştên hatin serî wî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Meletiyê da û daxuyanî li vir da. 
 
Ozcan destnîşan kir ku polîsek wek mişterî çûye cihê karê lê dixebite û vî polîsî di 4’ê cotmehê de bi telefonê 5 caran lê geriyaye û xwestiye wî bibîne. Ozcan da zanîn ku li ser israrkirina polîs wî daxwaza hevdîtinê qebûl kiriye û got: “Sê polîs hatin û sîxurtiyê li min ferz kirin. Min qebûl nekir. İsrar kirin. Gotin heke tu qebûl bikî em ê piştevaniya madî bidin te. Min got na. Gotin ‘tu yê bikî û her tiştî ji me re bêjî’. Duh neçûm kar, polîs çûne cihê kar û li min pirsî ne. Ez ê tu carî zext û sîxuriya we qebûl nekim. Ji ber min daxwaza wan qebûl nekir, gefan li min xwarin.” 
 
Piştî ku Ozcan serî li ÎHD’ê da çû serdozgeriya komarê û giliyê wan polîsan kir.