Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 11:49 6 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Li Enqereyê 3 ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser 6’emîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê li ser dîwaran nivîs nivîsandin, hatin binçavkirin. 
 
Li semtên Maltepe, Cebecî, Esat, Seyranbaglari û Yenîmahalle yên navçeya Çankaya ya Enqereyê, têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. 3 ciwanên endamên Federasyona Anarşîstên Şoreşger (DAF) ên têkildarî Komkujiya 10’ê Cotmehê nivîs nivîsandin hatin binçavkirin. Hat hînbûnku Îsmaîl Arikan, Zeynep Ulger û Guney Akgun ên hatin binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Yenîmahalleyê. 
 
Ciwanên piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin, ji bo îfadeyên dozgeriyê tên sekinandin. 
 
Nivîsên ku her sê ciwanên endamên DAF’ê nivîsandin wiha ne: "Wê hesaba 10’ê Cotmehê were pirsîn, Ji bîr kirin nîne, efûkirin nîne, Îsmaîl Kizilçay li vir e, Tayfûn Benol li vir e."