Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin

  • ciwan
  • 21:06 26 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li navçeya Sûrê li dijî tiryak û fihuşê belavok belav kirin û afîş daliqandin.

 
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya li dijî tiryak û fihûşê de bi şîara "Em tiryakê bişkînin û jiyaneke nû ava bikin" li Parka Tirba Hz. Silêman û li parka derûdorên Sûrê belavok belav kirin û afîş li dîwaran daliqandin. Ciwanên HDP'ê ku bi ciwanan re hevdîtin kirin û nexşerêya xwe ya di têkoşîna li dijî tiryakê de vegotin. Ciwanên HDP'ê bi dirûşma "Ne girêdayî tiryakê bin, azad bin" berz kirin û ciwanan vexwendin nav refên têkoşîna li dijî tiryakê.