Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin

  • ciwan
  • 09:05 24 Îlon 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Xwendekarên zanîngehê anîn ziman ku ji ber polîtîkayên çewt ên îqtidarê nikarin bistirên û heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê li kuçeyan bin. 

Li gelek bajarên Tirkiyeyê xwendekarên ku li wargehan cih bi dest wan nakeve û ji ber bihabûna kirêyan nikarin xaniyan kirê bikin, li gelek bajarên çalakiyên protestoyê dan destpêkirin. Li gor daneyên 2021'ê yên Egîtîm-Sen a Şaxa Îzmîrê, li 6 zanîngehên Îzmîrê nêzî 170 hear xwendekar hene û ji b van xwendekaran 22 wargehên Saziya Wargehan a Krediyê (KYK) hene û ji 10 xwendekaran ancax yek jê dikare li van wargehan bimîne. Xwendekarên ku wargehên KYK'ê bi dest wan neketin, dixwazin heqê kirêyan bên erzankirin, hejmara wargehan bê zêdekirin, şert û mercên wan ên jiyanê bên başkirin û burseke ku karibin pê debara xwe bikin bê dayîn. Çalakiya xwendekaran a li Îzmîrê 4 roj in li Parka Hasan Aga ya navçeya Bûcayyê didome. Xwendekaran destnîşan kir ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
ŞERT Û MERCÊN XIRAB
 
Xwendekaa Beşa Rojnamevaniyê ya Zanîngeha Egeyê Yagmûr Varol, diyar kir ku şert û mercên jiyana li wargehên KYK'ê pir xirab e û got: "Em li wargehan di odeyên 6 kesî de dimînin. Xwarinên wan pir xirab bin, bi hezaran xwendekar li heman serşoyê serê xwe dişon. Her wiha heqê wargehan jî pir biha ye." 
 
BÛRS 650 TL, WARGEH 400 TL
 
Varol, diyar kir ku ji ber ku fiyetê wargehan û xaniyan pir biha ye li derve maye û got: "Ji ber bihabûn heqê wargehê û kirêya xaniyan li derve mam. Ev yek, bandorek nebaş li perwerdehiya me dike. Ji ber bihabûnê em ne dikarin xanî kirê bikin ne jî li wargehan bimînin. Bûrsa mehan ya ku KYK dide me 650 TL ye, lê heqê wargehê yê mehane 400 TL ye. Gelek xwendekar ji bêgavî qeyda xwe rawestandin. Bi vî awayî mafê me yê perwerdehiyê tê binpêkirin." 
 
Varol, destnîşan kir ku daxwazên wan pir zelal in û bang kir ku wargehên taybet bibin ên dewletê, kirêya xaniyên bê kontrolkirin û şert û mercên li wargehan bên başkirin. 
 
ŞERT Û MERCÊN PERWERDEHIYÊ
 
Xwendekara Beşa Radyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Egeyê Derya Emrah jî anî ziman ku ji ber rewşa aborî cihekî lê bimînin peyda nakin û got: "Heqê wargehên KYK'ê hatin bihakirin, lê krediya hînkariyê wek xwe ma. Ev pirsgirêkeke mezin e. Em ji bo mafên xwe li kuçeyan e û çalakiyan li dar dixin. Mecbûr in ku şert û mercên me yên perwerdehiyê baş bikin. Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin, bitêkoşin û dê piştevaniya me xwendekaran mezintir bibe." 
 
‘BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E' 
 
Emrah, destnîşan kir ku ev pirsgirêkên bi wan re rû bi rû ne ji ber polîtîkayên çewt ên îqtidarê ne û got: "Berpirsiyarê vê yekê, îqtidara ku dixwaze pêşeroja me bidize. Me bi krediya KYK'ê deyndar dike û bi betaliyê jî terbiye dike. Ji bo hêwirandinê em hem dixwînin hem jî dixebitin. Bawer nakim ku îqtidar pirsgirêka hêwirînê çareser bike. Lewma me xwendekarên zanîngehê, bi fikireke hevpar biryara çalakiyê da. Heya pirsgirêkên me neyên helkirin, em ê li kuçeyan bin û çalakiya xwe bidomînin. Bang li hemû hevalên me yên zanîngehê dikim ku tevli çalakiya me bibin û em li benda alîkariya wan in." 
 
FIYETÊN PIR BIHA
 
Xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha 9 Eylulê Lumen Zengî jî diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetan di warê aborî de zehmetiyê dikişînin û got: "Ji ber nelirêtiyê li welêt krîza aborî heye. Fatûreya vê jî li me bar dikin. Ji dêvla ku 128 milyar dolar dan cihekî, karibûn pê ji me re wargeh çêbikirana. Di warê hêwirînê de pirsgirêkên me hene. Ev pirsgirêkeke cidî ye." 
 
MA / Hakan Yalçin