Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû 2022-09-21 10:00:56   ŞIRNEX - Di 3’yemîn Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a Kevneşopî ku fînala wê li Silopiyayê hate lîstin de tîma Florya Giyîm bi ser ket.     Di 3’yemîn Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan ve hate lidarxistin de, duh bi şev fînala maça şampiyonên herêmê hate lîstin. Tûrnûvaya bi dirûşmeya “Li dijî hişbir, fihûş û bişaftinê bengî nebe azad bibe” hate lîstin û şampiyonên 11 herêman hatin hemberî hev, duh bi maça fînalê bi dawî bû. Îsal 500 tîm tev li tûrnûvaya ku ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di sala 2017’an de li Newroza Amedê bi guleya polîsan hate qetilkirin bûn.    BI HEZARAN KESAN TEMAŞE KIRIN   Fînala tûrnûvaya ku meha hezîranê dest pê kir Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Berdevka Meclisa Ciwanan Dersîm Dag, parlamenterên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş û bi hezaran kesan temaşe kir.    Beriya maça fînalê ku li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiyayê hate lîstin de hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî temaşevanan kirin. Kesên ji bo temaşekirina fînala tûrnûvayê hatin, bi stranên ku Taşdogan gotin re govend gerandin.    SILAVA KEMAL   Piştî şahiyê Zagros Spor a ji Herêma Çûkûrovayê û Florya Giyîm a ji Herêma Botanê derketin qadê. Lîstikvan bi pankarta “Em di qadê de silava Kemal, li herêmê hêza ciwanan in” derketin qadê û alîgiran jî dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” berz kir. Di qadê de di navbera her du tîman de têkoşîneke mezin hebû. Florya Giyîmê, Zagros Spor 7-2 têk bir.    DAYIKAN MADALYA BI LÎSTIKVANAN VE KIRIN   Piştî ku şampiyona tûrnûvayê hate diyarkirin merasîma kûpa hate destpêkirin. Dayikên Aştiyê madalya bi lîstikvanên her sê tîman ve kirin. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag kûpa da Nûjiyan Spor a ji Herêma Marmarayê hat û di tûrnûvayê de bû seyêmîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî kûpa da Zagros Spora bû 2’yemîn. Herî dawî jî Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan kûpaya şampiyontiyê da tîma Florya Giyîmê.    Piştî merasîma xelatdayînê Şaredariya Silopiya, diyarî dan lîstikvanan.    Tûrnûva, bi kişandina wêneyan bi dawî bû.