Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev 2022-05-15 13:50:49   RIHA - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'a Rihayê, bi şahiyekê hatin gelhev.    Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'â Rihayê, bi "Şahiya Ciwanan" hatin gelhev. Şahî li Seyrangeha Çatakê ya li qerexê Bendava Ataturkê ya li navçeya Heqagê pêk hat û gelek ciwan tev li şahiye bûn. Ciwanan li ber dengê erbanê û stranên ku gotin govend gerandin. Ciwanan, Cejna Zimanê Kurdî ya kesên li seyrangehê pîroz kirin. Ciwanan pankartên "Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê" û "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi serkevein" vekirin û dovîzên "Divê kurdî bibe zimanê fermî" û "Ez kurd im zimanê kurdî dixwazim" hilgirtin û bi devekî strana hunermendê nemir Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" xwendin.    Şahî bi tiştanokên kurdî bi dawî bû.