'Wê zext nikaribin min bizdînin' 2022-05-11 14:18:11   ENQERE - Berşan Erdogan ê ku polîsan ew revandibû û gefan lê xwaribû got dê zext nikaribin wî bizdînin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa Berşan Erdogan ê ku polîsan ew revandibû û sîxurtiyê lê ferz kiribûn civîna çapemeniyê li dar xist. Rêvebera Navenda ÎHD’a Nûray Çevîrmen da zanîn ku polîtîkayên revandin û lêferzkirina sixuriyê li Tirkiyê zêdetir dibin û Berşan Erdogan serî li saziya wan daye û ew jî piştevaniya hiqûqî didinê. Çevîrmen anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê van kesên ku mirovan direvînin û gefan li wan dixwin diparêze.    REVANDIN E Û LÊ DANE    Berşan Erdogan ê ku hatibû revandin jî diyar kir ku di nîsanê de li ber mala xwe ji aliyê hin kesên xwe wek polîsan dane nasîn ve bi darê zorê hatiye revandin û piştî gef lê hatine xwarin û sîxurî lê hatiye ferzkirin wî berdane. Erdogan destnîşan kir ku wan kesan lê daye û zext lê kirine. Erdogan anî ziman ku wê zext û zilma bi vî awayî nikaribe wî bizdîne.