'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye' 2021-10-17 17:38:53   STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tiryakê li Stenbolê civiyan û diyar kir ku roj bi roj tiryak zêde dibe û li dijî vê banga têkoşînê hat kirin.    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê bişikînin, jiyana nû ava bikin" li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenlerê civîn li dar xist. Gelek ciwan beşdarî civînê bûn. Sînevziyon hat nîşandan û piştî temaşeya sînevziyonê ciwanan govend gerand.    TIRYAK CIWANAN DIKUJE   Endama Meclîsa Ciwanan Zîlan Koç axivî û bal kişand ser zirarên tiryakê û di serê van ziraran de "nexweşiya derûnî" tê û tiryak ciwanan ber bi kuştinê ve dibe an dike ku ciwan întîhar bikin. Koç anî ziman ku di serî dee Tirkiye û tu welatên din li dijî tiryakê tênakoşin û tiryak bandorê li ser malbat û civakê dike. Koç da zanîn ku piştî sala 2015'an li Tirkiyê bikaranîna tiryakê zêde bûye û yek ji welatên herî zêde tiryak lê tê bikaranîn Tirkiye ye û divê ew wek ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê têbikoşin û helwestek bi hêz nîşan bidin.