Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin 2021-10-06 11:49:24   ENQERE - Li Enqereyê 3 ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser 6’emîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê li ser dîwaran nivîs nivîsandin, hatin binçavkirin.    Li semtên Maltepe, Cebecî, Esat, Seyranbaglari û Yenîmahalle yên navçeya Çankaya ya Enqereyê, têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. 3 ciwanên endamên Federasyona Anarşîstên Şoreşger (DAF) ên têkildarî Komkujiya 10’ê Cotmehê nivîs nivîsandin hatin binçavkirin. Hat hînbûnku Îsmaîl Arikan, Zeynep Ulger û Guney Akgun ên hatin binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Yenîmahalleyê.    Ciwanên piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin, ji bo îfadeyên dozgeriyê tên sekinandin.    Nivîsên ku her sê ciwanên endamên DAF’ê nivîsandin wiha ne: "Wê hesaba 10’ê Cotmehê were pirsîn, Ji bîr kirin nîne, efûkirin nîne, Îsmaîl Kizilçay li vir e, Tayfûn Benol li vir e."