Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin 2021-08-31 14:06:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Polisên alman ciwanê bi navê Unal Duz binçav kirin û dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin.    Ciwanê bi navê Unal Duz ku li Tirkiyeyê 24 ceza lê hat birîn û ji ber vê koçî Almanyayê kir, îro serê sibehê li Munihê ji aliyê polisên alman ve hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji bo radestkirina Tirkiyeyê Duz li balefirgehê tê rawestandin. Li ser hesabên medya sanal ji bo rawestandina radestkirina Duz kampanya hat destpêkirin.